Trûmp: Tirk di rewşeke gelek zor de ye

Serokê DYE’yê Donald Trûmp têkildarî girtina sîtema parastinê ya S-400 a dewleta Tirkiyeyê daxuyaniyek da û da xuyakirin ku Tirk di rewşeke gelek zor de ye.

Serokê DYE’yê Donald Trûmp, ji ber dosyaya S-400 a dewleta Tirkiyeyê bi awayekî vekirî rexne nekir, daxwaza danîna ‘têkiliyên baş’ kir.

Trûmp got: “Eger bi samîmî bêjim, rewşeke gelek tevlîhev heye” û wiha dom kir: “Ew (Tirk) di rewşeke gelek zor de ye.”

Kongreya Emerîka ji bo Tirkiyeyê gotibû, dev ji kirîna S-400’an bernede wê biryara pêkanîna guşaran li ser bidin.

Pentagon di serê meha Hezîranê de bi awayekî fermî ji bo Enqereyê dem heta 31’ê Tîrmehê dem dabû. Berovajî hişyariya ku wê bi temamî Tirkiye ji bernameya F-35’an derbixîne.

Washîngton di wê fikrê de ye ku sîstema parastina hewayî ya S-400 a Rûsyayê rîska çareserkirina sirên teknolojiya balafirên F-35’an hebe.

BERSIVÊN EN ZELAL DA Û OBAMA SÛCDAR KIR

Li gorî Donald Trûmp, berpirsê rewşa heyî berpirsê berê yê demokratan Brack Obama ye. Serokê DYE’yê got: “Rêveberiya Obama nedixwest moşekên Patrîot bifiroşin wan(…) Ev gelek dirêj kir.”

Trûmp anî ziman ku Qesra Spî ramanên xwe guherandiye, li ser dosyayê kar dikin bersivên ne zelal dan.

Li ser kirîna Tirkiyeyê ya balfirên F-35’an jî Trûmp got: “Tirkiye ji 100’î zêdetir daxwaza kirîna F-35’an kiriye. Pilan dike ku hê zêdetir bikire. Lê ji ber sîstema moşekên Rûsî, ji sedî zêdetir kirîna balafiran qedexe ye.”

‘TIRIYEYÊ NAPARÊZIM’

Trûmp got: “Niha ji bo Tirkiyeyê dibêjim, em balafirên F-35 nafiroşin we” û wiha dom kir: “Ez welatên din naparêzim û Tirkiyeyê jî naparêzim. Niha tenê bi Erdogan re têkiliyeke me ya xweş heye. Gelek xwest sîstema Patrîotê bikire. Bi rastî jî ji bo kirîna sîstemeke ku nedixwest,  çû li gel Rûsyayê li hev kir. Di carekî de jî me got em dixwazin Patrîotan bifiroşin we. Ji ber ku sîstema moşekên Rûsî kirîbû, niha jî rê nayê dayîn ku em balfirên bi milyonan dolar bifiroşin. Ev rewşeke ne adile.”

Trûmp got: “Rewşa niha di nav de pir zor e. Em DYE’ jî ji rewşa li nav in pir zor e. Tevî vê dixwazin çareser bikin. Em ê bibînin bê ka wê çi bibe.”

Mark Esper ê niha Wezîrê Hêzên Bejahî û ji aliyê Trûmp ve ji bo Wezareta Parastinê tê nîşandan, nerazîbûn nîşanî Tirkiye ya ji ber kirîna sîstema S-400 a ji Rûsyayê kiriye da.