Trûmp li ser metirsiya komkujiyê ya li Îdlibê hişyarî da

Serokê DYA'yê Donald Trûmp li ser operasyoneke li dijî Îdlibê careke din daxuyanî da û hişyarî da ku ji ber komkujiyeke gengaz a li dijî sivîlan ew rewşê 'ji nêz ve' dişopînin.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) berî niha bi çend rojan li ser bikaranîna çeka kîmyewî li Îdlibê daxuyaniyek dabû. Niha jî daxuyaniyeke din hate dayin.

Serokê DYA'yê Donald Trûmp bi bîr xist ku 3 milyon mirov li herêmê dimînin û diyar kir, ku mîna tevahiya cîhanê welatê wî jî Îdlibê ji nêz ve dişopîne. Trûmp got, "Eger ev yek rê li ber komkujiyekê veke, cîhan tev wê gelekî aciz bibe, DYA jî wê aciz bibe."

Pentagonê jî ragihandibû ku Rûsya ji bo dawî li hebûna leşkerên Amerîkî yên li Sûiryeyê bîne, dema dawî dest bi kampanyayeke berfireh a dezenformasyonê kiriye.

Li Îdlibê bi giranî çeteyên Heyet Tehrîr el Şam û komên din ên çeteyan hene ku bi salan ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin xwedîkirin. Piştî ku pêkhatina operasyonê zelal bû, hikumeta AKP'ê çeteyên Heyet Tehrîr el Şam ku bi salan destek dida wan, berî çend rojan weke rêxistina terorê qebûl kiribû.