Trûmp: Ez mohra xwe danînim binê encamnameya G-7'ê

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trûmp, eşkere kir ku ew mohra xwe danîne binê encamnameya civîna bilind a G-7'ê.

Trûmp, bersiv da Serokwezîrê Kanadayê Jûstîn Trûdeaû ku polîtîkayên DYA'yê yên baca gumrikan rexne dike. 

Trûmp li ser hesabê xwe yê twetterê daxuyaniya Trûdeaû rexne kir û got; "Serokwezîr Jûstîn Trûdeaû, piştî ku ez ji wê derê veqetiyam daxuyaniyeke çapemeniyê daye û gotiye 'Bacên DYA’yê mîna heqaretê ne'. Heta ev daxuyanî nehatibû dayîn di civîna me ya G7’an de gelek kubar û nazik tevgeriya. Ev nêzikatiyeke gelek durû û qels e." 

Serokê DYA’yê da zanîn ku, "Ji ber daxuyaniya şaş a Jûstîn û ji ber bacên giran ên ku Kanada li ser cotkar, karker û şîrketên DYA’yê datîne, min ferman da nûnerên DYA'yê ku encamnameya G7'ê pesend nekin û ez jî mohra xwe danînim binîm."