Trûmp: Em Kurdan naterikînin

Serokê DYE’yê Donald Trûmp diyar kir ku ew Kurdan naterikînin û têkiliya xwe ya bi wan re qut nakin. Trûmp diyar kir ku wê di 13’ê Mijdarê de bi Erdogan re bicive.

Trûmp li ser twîtterê dîsa daxuyaniyek da û got ku “Em Sûriyeyê diterikînin lê bi tu awayî em  mirovên hêja û şervanên Kurd ên xurt naterikînin.”

Trûmp diyar kir ku ew alîkariyeke fînansî jî didin Kurdan.

Trûmp diyar kir ku wê di 13’ê Mijdarê de li DYE’yê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re bicive.