Trump dest bi 'şerê fezayê' kir

Serokê DYE'yê Donald Trump 'gef'a Çîn û Rûsyayê kir hincet û diyar kir ku wê di demeke kurt de "hêza fezayê" bê avakirin.

Trump dixwaze ji rewşeke 'şerê fezayê' re amade be, ya jî bi vê helwesta xwe 'şerê fezayê' dide destpêkirin.

Serokê DYE'yê ragihand, wê fermandariyeke leşkerî ya fezayê ava bikin. Wezîfeya vê fermandariyê wê ew be ku li vê qada nû ya şer serweriya DYE'yê li pêşberî Çîn û Rûsyayê misoger bike.

Trump li Washingtonê di merasîmekê de axivî û diyar kir ku mijara fezayê di navenda parastin û ewlekariya neteweyî ya Emerîkayê de ye.

Di çarçoveya hêza fezayê de destpêkê fermandariya "Spacecom" hate avakirin. Li gorî Trump "Spacecom" wê serweriya Emerîka ya li fezayê misoger bike ya jî nehêle ku ti carî gef lê bê xwarin. Serokê DYE'yê got, "Ji xwe rêbaza herî baş a astengkirina şer ew e ku mirov xwe ji serketinê re amade bikin."

Trump diyar kir, peykên Emerîkayê ji bo operasyonên wan ên li qadên şer gelekî girîng in, lewma li dijî dijminên DYE yên êrîşî van peykan dikin têkoşînek tê meşandin.