Trûmp: Danûstandinê bi Çînê re erênî ne

Serokê DYA’yê Donald Trûmp, diyar kir ku li ser çareserkirina lihevnekirina bi Çînê re ya li ser bazirganiya derve ‘Pêşketineke mezin pêk hatiye’.

Trûmp dijber derdiket ku di bazirganiya derve ya navbera DYA û Çînê de piraniya kar bikeve para Çînê. Lewre baca gumrikê ya bi rêjeya 250 mîlyar dolarî danîbû li ser berhemên ku ji Çînê tên. Li ser vê yekê Çînê jî bac danîbû li ser berhemên ku ji DYA’yê tên standin. Vê yekê jî rê li ber qeyranê vekirirbû û hê jî ji vê qeyranê re çareseriyek nehatiye dîtin.

TRÛMP: PÊŞKETINEKE MEZIN PÊK HAT

Serokê DYA’yê Donald Trûmp, diyar kir ku hevdîtina bi serokdewletê Çînê Xi Jinping  re pêk anî baş derbasî bûye.

Trûmp da diyarkirin ku di muzakereyên bi Çînê re hatî kirin de pêşketineke mezin bidest xistine û heke lihevkirinek pêk were, wê hemû mijarên navborî û hemû qadan bigire nav xwe û çareseriyê pêk bîne.

TRÛMP JI BER XISARA BAZIRGANIYA DERVE ŞERÊ BAZIRGANIYÊ RAGIHANDIBÛ

Serokê DYA'yê Donald Trûmp, qebûl nekiribû ku bazirganiya ji sala 2017’an û pê ve ku digihije rêjeya 635 mîlyar dolarî, piraniya wê bikeve para Çînê. Lewre li hemberî Çînê ‘Şerê aboriyê’ dabû destpêkirin.

DYA'yê sala2017’an bi qasî 130 mîlyar dolar îxracat bi Çînê re kiribû û ji Çînê jî bi qasî bihayê 505 mîlyar dolar berhem standibûn. Lewre xisara bazirganiyê ya DYA'yê ya tenê bi Çînê re gihiştibû 375 mîlyar dolarî.