Trûmp amadekariya Birayên Misilman bixe lîsteya terorê dike

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Qesra Spî ve hatiye dayîn, tê payîn ku Serokê DYE’yê Donald Trûmp Birayên Misilman ên  Tirkiye piştevaniya wan dike, bixe lîsteya ‘rêxistina terorê’.

Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Qesra Spî ve hatiye dayîn de, hatiye gotin ku Trûmp xwe amade dike ku Birayên Misilman bixe lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ a Emerîkayê.

Birayên Misilman a ji aliyê Misirê ve jî ‘rêxistina terorîst’ tê dîntin bi taybet rejîma AKP’ê bi vekirî wan destek dike û xwedî lêderdikeve. Erdogan di her fersendê de sembola ‘Rabîa’ ya silava Birayên Misilman e bal dikişîne.

Berdevka Qesra Sbpî Sarh Sanders got: “Serok li gel tîmên ewlekariya neteweyî ya xwe û fikarên xwe bi rêveberên herêmî re parvekiriye.” Sarah diyar kir ku ji bo îlankirina ‘rêxistinên terorîst’ a Birayên Misilman got: “Di qonaxa lêkolînkirina şopandina pêvajoya navxweyî de ye.”

Dema Birayên Misilman bikeve lîsteya terorê, dibe DYE guşarê li ser kes an organîzasyonên têkiliya wan bi wan rêxistina re hebe pêk bîne.