Tirkiyê vê carê ÎHA ji ''milîsên Îslamîst'' ên Libyayê re şand

Li Libyayê ku general Hafar operasyon li ser Trablûsê daye destpêkirin, hate gotin rejîma AKP'ê amûrên hewayî yên bêmirov ji ''milîsên îslamîst'' yên Trablûsê re şandine.

Li gorî malpera înternetê ya bi navê Mondafrîque berdevkê Artêşa Netewî ya Libyayê  got, ya bi pêşengiya general Xelîfe Haftar ku rojhilatê welêt di kontrola wî de ye, rejîma Tirk amûrên hewayî yên bêmirov ji milîsên Trablûsê re şandiye. Li gorî berdevk amûrên ku dane milîsan dikarin bombeyan jî hilgirin.

Li gorî malperê desteka li milîsan bersiveke rejîma Tirk li Mîreketiyên Ereb ên Yekbûyî  û Siûdî ku destekê didine Artêşa Netewî ya Libyayê. 

Ji aliyê dî ve rêveberiya bi navenda Trablûsê beriya bi demeke kurt Fransa tawanbar kiribû ku destekê dide yekîtiya Haftar. Fransa jî ev sûcdarî red kiribû û gotibû, ew ê desteka xwe ji bo Hikûmeta Yekîtiya Netewî ya Trablûsê û ji bo çareseriya siyasî ya NY'yê bidomînin.

Şer ji 4'ê Nîsanê û vir ve di navbeyna hêzên Hikûmeta Yekîtiya Netewî ve, ku ji hêla civaka navnetewî ve têne naskirin û yekîneyên meraşal Hefdar de ye.

Artêşa Netewî ya Libyayê ya Hefdar dixwaze Trablûsê bi dest bixe. Li bejahiyê şer giran dibe, du alî tim bi hawanan êrîşê dibin ser hev.