Tirkiye di warê mezaxtina leşkerî de di rêza 15’ê de ye

Mezaxtina di warê leşkerî de ji sala 1998’an û vir ve her diçe zêde dibe. Tirkiye di mezaxtina lêçûnên leşkerî de di rêza 15’ê de ye. DYE bi ferqek mezin li pêş e.

Li gorî rapora salan e ya Enstîtûya Lêkolîn û Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRI), di lêçûnên mezaxtina leşkerî ya sala 2018’an de 1, 820 milyar dolar derbas kir. Li gorî sala 2017’an 2,6 zêde bûye.

Mezaxtina leşkerî ya DYE’yê 4,5 ango gihişte 649 milyar dolar, bi vê hejmarê DYE li pêş e. Çîn di rêza duyemîn de ye. Li gorî sala borî 5,0 pile zêde bûye ango gihişte 250 milyar dolar.

Dîsa bi rêzê ve welatên ku herî zêde lêçûnên mezaxtinên leşkekî heyî wiha ne: Erebîstana Siûdî, Hindistan, Fransa, Rûsya , Qiralyeta Yekbûyî, Elmaya û Koreya Bakur.

Lêçûna Tirkiyeyê ya di warê leşkerî de di sala 2018’an de ji sedî 24 zêde kiriye ango gihişte 19.0 milyar dolarî. Bi vê yekê Tirkiye di lêçûnên herî zêde yên mezaxtina leşkerî de kete rêza 15’ê.