Tirkiye di nelirêtiyê de bû yekemîn

Di îndeksa nelirêtiyê ya sala 2017’an a Rêxistina Şeffafiyê ya Navneteweyî de Tirkiye di kategoriya Yekîtiya Ewrûpayê de bû  yekemîn.

Di rapora rêxistinê de li 180 welat û herêman asta nelirêtiya di xizmetên raya giştî de hate nirxandin.

Rewşa Tirkiyeyê ji sala 2013’an û vir ve xerabtir dibe. Li gorî encamên endeksa sala 2017’an Tirkiyeyê pûanekî din winda kir. Tirkiye ji ber vê windakirina pûanan 6 astan bin ket û ji nav 180 welatan di asta 81’ê de cih girt. Di 5 salên dawîn de jî 10 caran bin ket û 28 astan bi paş ve çû.

Di nav welatên Yekîtiya Ewrûpayê de jî, Tirkiye ji nav 28 welatan bû ya yekemîn. Di nav welatên G20 de bû 13’emîn û di nav welatên OECD’ê de jî bûye ya 35’emîn.

Li gorî raporê welatên ku nelirêtî herî kêm e jî wisa ye: Zelandaya Nû (89), Danîmarka (88) û Fînlandiya (85).

Di dawiya endeksê de jî rewş wisa ye: Sûriye (14), Somalî (9). Welatên ku herî zêde pûan winda kirine jî; Saînt Lûcîa (-16), Sûriye (-12) û Tirkiye (-10).

Tê diyarkirin ku nelirêtî têkildarî rêgezên dewletê, azadiya çapemeniyê, hêza civaka sîvîl û azadiya rêxistinîbûn û îfadeyê ye.