Tirkiye di bikaranîna madeyên hişbir de di nava 5 welatên destpêkê de ye

Navenda Şopandina Madeyên Hişbir a Ewropayê (EMCDDA) Rapora Ava Qirêj a Ewropayê ya 2022’an weşand. Li gorî raporê Tirkiye di bikaranîna madeyên hişbir de di nava pênc welatên destpêkê de ye.

Di bin desthilatdariya AKP’ê de li Tirkiyeyê bikaranîna madeyên hişbir zêde dibe. Tirkiye di Rapora Ava Qirêj a Ewropayê ya 2022’an a EMCDDA’yê de cih girt. Di raporê de hat destnîşankirin ku bikaranîna metanfetamîn ku di demên dawî de herî zêde tê bikaranîn, li Stenbol û Edeneyê zêde bûye.

Di raporê de bi grafîkan tê diyarkirin ku bikaranîna metanfetamîn li Tirkiye, Belçîka, Qibris, rojhilatê Elmanyayê, Spanya û Danîmarkayê, Fînlandiya, Lîtvanya û Norveçê zêde bûye.

Sala 2021 û 2022’an di lêkolînên li ser avên qirêj hatin kirin de, bikaranîna amfetamîn û metanfetamîn li Tirkiyeyê di nava salan de zêde bûye û hat diyarkirin ku di nava welatên ku herî zêde lê tê bikaranîn de cihê xwe girtiye.

Li 60 welatên ku bikaranîna metamfetamîn di navbera sala 2021-2022’an de lê zêde bûye, Çekya, Letonya, Elmanya û Qibris e.