Therasa May wê zextê li welatiyên YE neke ku welêt biterikînin!

Hikumeta Kraliyeta Yekbûyî, ku dest bi danûstandinên derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê (YE) kir, hat hînbûn ku garantî daye ji bo wleatiyên YE li welatê wan bimînin.

Danûstandinên li ser derketina Îngilîstanê ji nava Yekîtiya Ewropayê li pişt deriyên girtî dewam dikin. Tê gotin, Serokwezîra Kraliyeta Yekbûyî Theresa May, li ser siberoja welatiyên Yekîtiya Ewropayê yên li welatê wan, biryar daye.

May, li paytexta Belçîka Brukselê di civîna bilind de li gel lîderên din rûnişt û garantî da ku wê zext û zorî li welatiyên Yekîtiya Ewropayê neyê kirin ku ji welêt derkevin.

Lê belê tê gotin, May li dij e ku piştî derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê, welatê wan bi bicihanîna biryarên Dîwana Edaletê ya Ewropayê berpirsyar be.

Theresa May destnîşan kir, ku li Kraliyeta Yekbûyî yekane saziya ku li ser mijarên nirxandin û çareserkirina lihevnekirinan, dadgehên li Kraliyeta Yekbûyî ne.