Tevî qedexeyan jî li DYE'yê hejmara koçberan zêde dibe

Li gel polîtîkayên dijberiya hişk ên Donald Trûmp,koçberên ku diçine Emerîkayê zêde dibin.

Li gorî Hêzên Ewlehiya Sînor a DYE’yê eşkere kirî, hejmara koçberên ku ji sînorê başûrê welêt -ku sînorê Meksîkayê ye, ketine nav sînorên Emerîkayê gelek zêde bûye. Li gorî daneyan meha bihurî 144 hezar koçber bi awayekî neqanûnî derbasî welêt bûne.

Dîsa heman dane eşkere dikin ku li gorî meha nîsanê 32 ji sedî zêdetir kes bi rêyên qaçax sînor derbas kirin. 

57 hezar kesên ku di meha Gulanê de sînor derbas kirin û bi qaçaxî ketî welêt, ji zarokan pêk tê. Rêjeyeke zêde ya van zarokan ji welatên weke Honduras, Salvador û Guatemala tên. Rayedaran ji bo zêdebûna hejmara zarokên koçber da zanîn ku divê bi lezgînî tevdîr bêne girtin. 

Serokê dewletê Donald Trûmp ku serê sala 2017’an hatî ser desthilatê, li ser sînorê Meksîkayê lêkirina dîwar jî tê de, ku bibû serdema gelek bertek û nerazîbûnan, dixwest gelek ‘tevdîr’ bên girtin. Lê belê ev dane jî nîşan didin ku zêde encam ji vê nehatiya standin.