Tevgera Macron li parlamentoyê piranî qezenc kir
Li gorî encamên anketan ên destpêkê yên hilbijartina giştî ya tûra 2'emîn, tevgera Serokomarê Fransayê Emmanûel Macron li parlamentoyê piranî qezenc kiriye.
Li gorî encamên anketan ên destpêkê yên hilbijartina giştî ya tûra 2'emîn, tevgera Serokomarê Fransayê Emmanûel Macron li parlamentoyê piranî qezenc kiriye.
Îro di tûra 2'emîn a hilbijartinên giştî ya Fransayê de, tevgera Macron a Meşa Komarê di parlamentoya ku 577 lê kursî hene, herî kêm 355 kursî qezenc kir.
Tê gotin ku hejmara kursiyên ku wê tevgera Macron qezenc bike, wê bigihêje 425'an.