Tevgera Îsraîlê ya li Sûriyeyê zêde bû

Piştî hilweşîna rejîma Esad, tevgera Îsraîlê ya li Sûriyeyê zêde bû. SOHR’ê ragihand ku Îsraîl 250 êrîşên hewayî li dijî baregehên leşkerî yên li herêmê pêkaniye. Netanyahu jî diyar kir ku Girên Golanê herêmeke ku ji Îsraîlê nayên parçekirin e.

Piştî hilweşîna rejîma Esed li Sûriyê, li seranser welêt rewşa nediyar didome. Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku Îsraîlê di şeva 9'ê Kanûnê de li seranserî welêt bi qasî 250 êrîşên hewayî pêk anîne. SOHR'ê, ragihand ku di êrîşan de tesîsên leşkerî yên li Şam, Deraa, Lazkiye û Hamayê bûne hedef.

NUQTEYÊN LEŞKERÎ HATIN HEDEFKIRIN 

Wekî din di rapora SOHR'ê de bal hat kişandin ser êrîşên li bajarên cuda yên Sûriyeyê hatine kirin û hat destnîşankirin ku depoyên çekan, fîloyên balafiran, qereqolên ragihandinê yên leşkerî û balafirgehên leşkerî hatine xistin. 

'GIRÊN GOLANÊ HERÊMEKE KU JI ÎSRAÎLÊ NAYÊN PARÇEKIRIN’

Li aliyê din piştî rêjîm hilweşiya Îsraîl li başûrê Sûriyeyê hêzên xwe ber bi Girên Colanê ve şandin. Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû diyar kir, Girên Golanê ku ji sala 1967'an û vir ve di bin kontrola Îsraîlê de ye, wê heta bi hetayê bibe 'beşeke ku ji Îsraîlê neyê qutkirin'. Netanyahû, da xuyakirin ku ev bomberdûman û hebûna Îsraîlê ya li Girên Golanê ji bo ewlekariya Îsraîlê girîng e. 

Bi hilweşîna rejîma Esad a li Şamê re hêzên artêşa Îsraîlê li Girên Golanê bi cih bûn û ragihandin ku peymana li ser vekişîna hêzan a di sala 1974'an de hat îmzekirin êdî derbasdar nîne. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Matthew Mîller roja 9'ê Kanûnê diyar kiribû ku divê operasyonên Îsraîlê yên li başûrê Sûriyeyê bi sînor bin. Miller, ji bo peymana 1974’an got, "Em ê bikin ku Îsraîl li gorî vê peymanê tevbigere.”