Tevgara Aniha Aştî: Îsraîl wê jîgehên nû ava bike

Hikûmeta Îsraîlê, li gel helwestên tund jî, li ser xaka Filîstînê wê bi hezaran jîgehên dî ava bike.

Tevgera 'Aniha Aştî' ya ku di navbeyna Îsraîl û Filîstînê de aştiyê dixwaze, bi daxuyaniyekê diyar kir, Wezareta Berevaniyê destûr daye ku li ser xaka Filîstînê bi kêmanî 2 hezar jîgehên nû yên Yahûdiyan werin avakirin.

Tevgera Aniha Aştî ragihand, Sêşem û Çarşemê wezaretê destûra jîgehên nû yên Yahûdî daye û bi kêmanî destûra avakirina hezar û 159 avahî daye. 

Tevgera Aniha Aştî di daxuyaniya xwe de diyar dike ev plana jîgehên nû ku tê xwestin li Şerîaya Rojava were avakirin ziyanê digihîne aştiya bi gelê Filîstînê re.