Tedbîrên li dijî şewba Koronayê tên sistkirin

Li tevahiya cîhanê 5 milyon û 500 hezar kes zêdetir bi şewba Koronayê ketine, nêzî 347 hezar kes jî mirine. Her wiha li gelek bajarên cîhanên jî tedbîrên ku li malê bimînin tên sistkirin.

Li gorî malpera Worldometres.înfoyê li gelemperiya cîhanê 5 milyon û 530 hezar zêdetir kes bi şewbê ketine. Her wiha ji ber li gelek welatan test bi sînordarî tên kirin, dibe rastiya vê daneyê hê zêdetir bin.

Li gorî daneyên fermî yên welatan heta niha 347 hezar kes zêdetir ji ber Koronayê mirine.

Li DYE’yê 97 hezar û 722 kes, li Qirlaiyata Yekbûyî 36 hezar û 793, li Îtalya, 32 hezar û 785, li Spanya 28 hezar û 752, li Fransa 28 hezar û 367 û li Brezîlyayê jî 22 hezar û 666 kes mirine.

Li gorî daneyên fermî yên Tirkiyeyê nêzî 156 gezar kes bi şewbê ketine. hezar û 340 kes jî mirine. Piştî Fransa û Elmanya di rêza 9’an de ye.

Li gel Covîd-19 krîzên aborî jî kûrtir bûne, gelek welat bidomderî tedbîrên li dijî şewbê ya li malê bimînin sist dikin.

Li Jeponyayê li herêmên ku hê jî rewşa awarte lê hene bi temamî tedbîr rakirin, di serî de Tokyo tê. Tevî ku dawî li tedbîran jî hatiye, rayedar gel teşwîq dike ku li malê bimînin, lê zorê jî nadin.

Welatiyên li Madrîd û Barselona yên Spanyayê derketin derve û li parkan û cihên bêhnadanê. Li herêmên ku bandora vîrûsê lê kêm jî gel derketin ber peravên behran jî.

Li Yewnaistan û eyaleta Bavyera ya Elmanyayê cihên bêhndanê yên xwarin û vexwawrinê hatin vekirin.

Li paytexta Ukranya Kîev a deh heftebûn girtî metro ji nû ve hatin vekirin.

Li Îranê perestgehên Şîa ji nû ve hatin vekirin.