Tankera sotemeniyê teqiya: 123 kesî jiyana xwe ji dest dan

Li Pakîstanê, ji ber teqîna tankera sotemeniyê 123 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Li herêma Bahawalpûr a eyaleta Penjap a Pakîstanê, tankereke sotemenî tê de bû wergeriya û sotemeniya tê de bû herikî ser rê. Bi dehan kes, ji bo sotemeniya ji tankerê herikî bibe, hatin cihê bûyerê. Di vê kêliyê de agir bi tankerê ket û teqînê rû da. Ji ber teqînê 123 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Arkujan dest li şewatê werdan û şewat vemirandin. Ji ber teqînê 6 wesayit û 12 motorsîklet jî rûxiyan.

75 kesên di teqînê de birîndar bûn, rakirin nexweşxaneyên li herêmê.