Tamîl li dijî ‘jibîrkirinê’ meşiyan

Tamîl ku bûne komkujiyeke hêwilnak li paytext Parîsê ya Fransa li dijî ‘’jibîrkirinê’ meşiyan.

Li Parîsê bi sedan Tamîlî, Tamîlên ku di şerê navxweyî yê Srî Lankayê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn. Gelê Tamîlê ku şopa travmaya şer li ser wan heye bi giştî civakeke koçber a bêdeng e.

Li gorî nûçeya radyoya RFI’yê çalakgerek dibêje, ‘’em li vir in, em ji bo we dixebitin, em bi we re dijîn, lê em hatin jibîrkirin’’

Meş li semta Chapelle a Parîsê pêk hat. Meşeke bêdeng bû. Çalakvan li dijî qirkirinê ji bêdengiya qada navdewletî bi gazin in.