Swîsre jî destûrê nade referandûma darvekirinê

Piştî Elmanya û Belçîkayê, wekîlên Swîsreyê jî ragihandin, eger hikumeta Tirk li ser cezayê îdamê referandûmê bike, ew ê nehêlin ku li welatê wan dengdan bê kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Swîsreyê Dîdîer Bûrkhalter, der barê referandûmeke gengaz a li ser îdamê, bi îhtiyatî axivî. Wezîr got, "Eger ev bikeve rojevê, wê pêwîstî pê hebe ku em vê pirsê ji xwe bikin." Bûrkhalter diyar kir, niha ne ew dem e ku li ser mijarê spekulasyon were kirin.

Li gorî rojnameya 24 Mînûtes, wekîlên Swîsreyî helwesta xwe bi zelalî nîşan dane. Serokê Partiya Demokrat a Xiristiyan (PDC) Gerhad Pfîster got, "Referandûmek li ser cezayê îdamê wê bibe binpêkirina nirxên bingehîn ên cîhana rojava. Pêwîste li Swîsreyê destûr ji dengdaneke li ser vê mijarê neyê dayîn."

Pfîster wiha dewam kir: "Divê em destûrê nedin hikumeteke biyanî ku li dijî nirxan tevdigere, li welatê me bikeve nava hewldaneke bi vî rengî."

Şêwirmendê neteweyî yê Partiya Sosyalîst Tîm Gûldmann jî li ser mijarê ragihand, ne ya qebûlkirinê ye ku dengdaneke bi vî rengî li Swîsreyê bê kirin. Gûldmann diyar kir, ku Swîsre dewleteke hiqûqê ye û nabe ku her tişt li vê derê pêşkêşî dengdanê bê kirin. Gûldmann got, "Mînak, nabe ku li ser mijara ji bo jinûve anîna koledariyê dengdan bê kirin."

FÎALA: WELATÊN LI DIJ DERNEKEVIN, HEVPARÊ SÛC IN

Şêwirmendê Zûrîchê yê Partiya Radîkal a Lîberal Dorîs Fîala ev hişyarî da: "Her welatekî Ewropayê, ku li dijî cezayê darvekirinê helwesteka xwe ya dijber nîşan nede, wê hevparê sûcê Tirkiyeyê bin."

Profesorê hiqûqê Raîner J-Schweîzer ji rojnameya Blîck re axivî û got, divê Swîsre qedexe bike ku dengdaneke bi vî rengî li nava axa wê bê kirin.

Beriya niha bi çend rojan, rayedarên Elmanya û Belçîkayê li dijî referandûmeke gengaz a li ser cezayê îdamê helwest nîşan da bûn.