Swêdê rexneyên tund li Tirkiyeyê kir
Di Rapora Mafên Mirovan a Hikûmeta Swêdê de ku li ser 153 welatan çavdêriya mafê mirovan, demokrasî û prensîbên dewleta hiqûqê dike, rexneyên tund li Tirkiyeyê hatin.
Di Rapora Mafên Mirovan a Hikûmeta Swêdê de ku li ser 153 welatan çavdêriya mafê mirovan, demokrasî û prensîbên dewleta hiqûqê dike, rexneyên tund li Tirkiyeyê hatin.
Di raporê de ku 2015-2016’an di nav xwe de vedihewîne, paralelî zêdebûna binpêkirina mafê mirovan tê gotin li Tirkiyê prensîbên dewleta hiqûqê qels bûne û hêz her ku diçe di destê serokkomar de dicive, fonskoyiyên ku kontrolê dikin û hevsendê datînin qels bûne.
LI PÊŞ RÊXISTINÊN ALÎGIRÊ KURD Û MEDYA KURD ASTENGÎ
Di raporê de tê gotin ev hemû rewş xebatan dijwar dikin, bal tê kişandin ser girtina wekîl û rêveberên HDP’ê û tê gotin: "Bi ser de xebatên rêxistinên alîgirên Kurd dijwar bûn, televizyona û stesyonên wan ên radyoyê hatin girtin û hatin desteserkirin. Azadiya ramanê û derfetên civka sivîl hatin sînordarkirin."
Di raporê de tê gotin li gor Raportorê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî piştî 15’ê Temûzê hewldana darbeyê di mijara girtina kesên ku tevlê darbeyê bûne, serî li tehdeyê û êşkenceyê dane û têkildarî binpêkirina derbirîna azadiyê û çapemeniya azadiyê ya li Tirkiyê wiha hate gotin:
GIRTIN BÛNE SEDEMA OTO-SANSÛRÊ
"Gelek saziyên medyayê yên serbixwe hatin girtin. Nûçegihan, akademîsyen, aktivîstên mafê mirovan û gelek kes bi yasayên terorê hatin girtin, vê jî kir ku oto sansûr zêde bibe. Sînordakirina pirengiyê ya di medyayê de jî bû sedema sînordarkirina azadiya derbirînê û çapemeniyê."
Di raporê de tê gotin piştî ku şerê di navbera PKK'ê û dewleta Tirk de dîsa dest pê kir, bi sed hezaran mirov neçar man ku şûnwarê xwe biterikînin.