Sûdanî ji kolanan naçin

Li Sûdanê bi sed hezaran kes roja Pêncşemê li ber biryargeha leşkerî ya li Hartumê li hev civiyan û xwestin, rêveberî tavilê radestî sivîlan bê kirin.

Pir û kolanên li dora biryargeha leşkerî bi çalakgeran tijî bûn. Di çalakiyê de ku mîna festîvalê bû, stranên şoreşgerî hatin gotin. Bi sed hezaran kes tevlî çalakiyên roja Pêncşemê bûn.

Sûdanî ji 6'ê Nîsanê ve li ber biryargeha leşkerî çalakiya rûniştinê dikin.

Piştî ku dawî li dîktatoriya Omer El Beşîr a 30 salan hate anîn, leşkeran ji bo du salan dest danîbûn ser rêveberiyê. Artêşa Sûdanê Konseya Demkî ya Leşkerî ava kir. Gelê Sûdanê jî dixwaze rêveberî tavilê radestî sivîlan bê kirin.

Tevgera gel li dijî desteserkirina şoreşa wan derdikeve. Di navbera tevgera gel û leşkeran de danûstandin hatin kirin û li ser hin mijaran li hev hate kirin. Bi taybetî biryar hate dayin ku li şûna Konseya Leşkerî 'Konseya Bilind' bê avakirin. Lê belê li ser parvekirina kursiyên li konseyê nîqaş hîn jî didomin. Her du alî jî dixwazin li konseyê xwedî giranî bin.