Stehpen Hawkîng ê Fizîkzan çû ser dilovaniya xwe

Astrofizîknasê Ingilîz Stephen Hawkîng di 76 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe.

Astrofizîknasê Ingilîz Stephen Hawkîng çû ser dilovaniya xwe, berdevkê malbatê agahî bi raya giştî re par ve kir. Di daxuyaniya malbatê de hate gotin, ‘’Bavê me yê hêja, îro ji nav me çû û em bi vê gelekî xembar in. Mirovekî pir hêja yê zanistê û mirovekî derasayî bû. Xebatên wî û mirata wî bi salan wê bimînin. Bi wêrekî, xweragirî, hiş, henekên xwe li çar aliye cîhanê re ji mirovan re bû îlham. Carekê gotibû, ‘’li gerdûnê heke ne ji wê lîsê bûya ku hezkiriyên me lê dijîn, wê gerdûn jî nebûya’’. Em ê heta hetayê bêrîya wî bikin.’’

Hawkîng, di 21 saliya xwe de bi nexweşiya amyotrofîk lateral skleroz ALS’ê ket. Nexweşiya ku noronên motor bi demê re dikuje û pergala hêrisê têk dibe, bi deme re Hawkîng mehkûmî kursiyê bi tekelan kir. Hawkîng piştî ku dengê wî jî qut bû, bi rêya komputirê ya ku deng veguherand nivîsê karîbû ya hîs û fikrên xwe bibêje.