Srî Lankayê vîzeya demdirêj a ji bo Rûsya û Ûkraynayê bi dawî kir

Srî Lankayê piştî ku Moskowayê Ûkraynayê dagir kir û vir ve vîzeyên demdirêj ên ji aliyê bi hezaran Rûs û Ûkraynayî ve ji bo li giravê bijîn tên bikaranîn, bi dawî kir.

Komîserê Giştî ya Koçberan Harsha Ilukpitiya ji AFP'ê re axivî û da zanîn ku hikûmetê dirêjkirina vîzeyan sekinandiye. Ji bo kesên xwediyê van vîzeyan in heta 7'ê Adarê dem hatiye diyarkirin ku ji welat derkevin.

Ilukpitia got, "Êdî rewş asayî bûye û di vegera li malên xwe de zehmetiyê nakişînin."

Li gorî hejmarên fermî, di nava du salan de zêdeyî 288 hezar Rûsî û bi qasî 20 hezar Ûkraynayî serdana Srî Lankayê kirine. Ji bo kesên ku ji vîzeya turîstîk a 30 rojî ya asayî dirêjtir dimînin, statîstîk nîn in.

Lê belê tê texmînkirin ku bi hezaran Rûs û kêm ji wan Ûkraynayî hin ji wan ji bo leşkeriyê bi zorê nekin li Srî Lankayê bi cih bûne. Hin Rûs û Ûkraynî jî li welêt restorant û klûbên şevê vekirine.

Ev biryara hikûmetê piştî nerazîbûnên li ser torên medyaya civakî, li dijî şahiyek bi navê ‘Tenê ji bo spiyan’ ku li dîskotekek li Unawatunayê ji aliyê welatiyek Rûsî ve tê birêvebirin, pêk hat. 

Srî Lankayê di nava qeyranekî aborî ya cidî de bû. Ji ber vê hewcedarî bi pereyên biyanî (dovîz) hebû. Bi dayîna vîzeyên 30 roj ji bo turîstan hewl dabû, rewşa heyî baştir bike.

Welat di Nîsana 2022'yan de nekarî deynê xwe 46 mîlyar dolarî ya derve bide. Piştî demeke kurt, xwepêşandanên protestoyî yên bi mehan bûn sedem ku Serokkomarê wê demê Gotabaya Rajapaksa îstifa bike.