SPD ji bo ku ji krîzê derkeve xwe li hevseroktiyê digire
Demokratên sosyal ên Elman, ku piştî têkçûna mezin a di hilbijartina PE'yê de seroka partiyê îstîfa xwe dayî, ji bo rêveberiyeke baştir modêla hevseroktiyê nîqaş dike.
Demokratên sosyal ên Elman, ku piştî têkçûna mezin a di hilbijartina PE'yê de seroka partiyê îstîfa xwe dayî, ji bo rêveberiyeke baştir modêla hevseroktiyê nîqaş dike.
Piştî ku Seroka Giştî ya Partiya Demokratên Sosyal (SPD) Andrea Nahles, ji ber têkçûna di hilbijartinên Parlamentetoya Ewropayê (PE) de têkçûn xwar û îsîfa xwe da, niha tê nîqaşkirin bê serokê giştî wê bibe kî.
Ji bo seroktiya giştî ya SPD'ê, ku di hilbijartinên PE'yê de dengên wê 15,8 ji 100'î ketin û piştî Keskan bûne partiya sêyan, hê nav zelal nebûne. Wezîrê Darayî Olaf Scholz û sê rêvêberên ku vê gavê partiyê rê ve dibin, Malu Dreyer, Manuela Schwesîg û Thorsten Schafer-Gumbel gotin ew ê xwe di ber namzetiyê re nekin.
Sekreterê Giştî Lars Klîngbeîl ji Deutschlanfûnkê re axivî û got, ji bo krîza ku partî ketiyê were çareserkirin, baştirîn modêl wê hevseroktî be. Klîngbeîl got li gel encamên xirab ên partiya wan jî ji bo seroktiyê wê namzet hebin û ew bi xwe jî nafire ku xwe di ber namzetiyê re bike.
Malû Dreyer ku vê gavê di rêveberiyê de ye got komên cuda yên di nav SPD'ê de hev digirin. Dreyer got, partî ''qet ne baş e''.
Seroka Rêxistina ciwanan a SPD'ê a JUSOS'ê Kevîn Kuhnert jî xwest ku bes êrîşa devkî bibin ser kesên di nav partiyê de û ev ziyaneke mezin dide.