Spanya bombeyên bi lazêrê nafiroşe Riyadê

Spanyayê firotina 400 bombeyên bi lazerê ya ji bo Siûd betal kir.

Radyoya Cadene SER’ê ragihand hikûmeta Spanyayê piştî êrîşa hewayî ya Tebaxê ya li Yemenê, ku di encamê de bi kêmanî 66 zarok hatibûn kuştin, bombeyên bi lazerê nade Siûdî.

Li gorî radyoyê hikûmeta sosyalîst a Pedro Sanchez ku Hezîranê hatî ser kar, ji bo betalkirina peymaneke çekdê ku berê hikûmeta muhafezakar 2015’an danîbû betal bike, Temûzê dest bi prosedûran kir. Radyoyê got, ji bo 400 bombeyên bi lazerê ku plansaziya wê hatibû kirin bidin Siûdî 9,2 milyon euro hatibûn dayin.

Wezareta Berevaniyê ya Spanyayê jî agahiya ku firotina van bombeyan hatiye betalkirin piştrast kir. Wezaretê emaîlek ji AFP’ê re şand, diyar kir ku agahiya di radoyaya Cadene SER de rast e lê zêdetir agahî neda.

Li Yemenê ji Tebaxa 2014’an ve şer heye. Paytext Sana û herêmeke berfireh a welêt di dest Hûsiyan de ye. Adara 2015’an piştî ku Koalîsyona Ereban li dijî Hûsiyan şer kir, şer girantir bû. Aliyekî şer Hûsî û paşmêrên wan Îran e û li aliyê dî jî hêzên Serokkomarê Yemenê Abd Rabbû Mansû Hadî ku ji hêla civaka navnetewî ve têne naskirin û Koalîsyona bi pêşengiya Siûd e. Di encama vî şerî de krîza herî giran a mirovahiyê tê jiyîn. Piraniya nifûsa welêt birçî ye û hejar e. Nexweşiya kolerayê heta niha bûye sedema mirina bi hezaran kesî. Li gel vê jî bi êrîşên hewayî û çekên qedexe, sûcên giran ên şer têne kirin. Li gorî NY’yê 10 hezar kes mirine û 53 hezar kes jî birîndar bûne.