Sosyalîst li Albaniyayê dîsa bûn desthilatdar

Gelê Albaniyayê, ji bo hilbijartina parlamentê duh çû ser sindoqan û dengê xwe da.

44 ji sedî yên dengdêran tevlî dengdanê bûn. Li gorî encamên destpêkê, Partiya Sosyalîst a li desthilatdariyê ye, careke din bi ser ket.

Partiya Sosyalîst a Arbaniyayê ya bi serokatiya Serokwezîr Edî Rama, li gorî encamên ne fermî 45 ji sedî yê dengan girt. Partiya Demokrat a li mûxalefetê jî 35 ji sedî yê dengan stand.

Di hilbijartinê de, ji bo meclîsa ji 140 kursiyan 18 partiyên siyasî li ber xwe dan. Di hilbijartinê de yek ji sozên sereke yên hatin dayin ew bû ku giraniyê bidin ser danûstandinên endametiya bi Yekîtiya Ewropayê re.