Sondaya fezayê ya NASA’yê ku diçe Marsê rabû

Ajansa fezayê ya Amerîka NASA sondaya fezayê InSîght ku peywira wê ya sereke lêkolîna erdhejên Marsê ye rakir.

NASA bi moşeka Atlas V’yê sondaya fezayê rakir. Ajansa fezayê ya Amerîkayê ji 2012’an ve cara pêşî ye ku bi peywirekê diçe Marsê.

Peywira sereke ya sondaya fezayê InSîght ew  e ku li erdhejên Marsê vekole. Lê her wiha wê hewl bide ku raza li derdora gerestêrka latî fêhm bike û zemîna wê were çêkirin ku dahatuyê mirovan bişînin Gerestêrka Sor.

InSîght a ku li Marsê li ser lêkolîna bin axê bi misyona pêşî rabûye, du salan wê bimîne. Li Marsê ev dem dibe salek.