Silvio Berlusconi mir
Serokwezîrê berê yê Îtalyayê Silvio Berlusconi ku yek ji dewlemendan bû, di 86 saliya xwe de mir.
Serokwezîrê berê yê Îtalyayê Silvio Berlusconi ku yek ji dewlemendan bû, di 86 saliya xwe de mir.
Li gor medyaya Îtalyayê Berlusconi yê ku bi nexweşiya kansera xwînê ketibû li nexweşxaneyeke Mîlaniyê mir. Herî dawî hate diyarkirin ku tedawiya li dijî kanserê êdî nikare nexweşiya wî pak bike.
Jiyana siyasî ya Berlusconi bi dîroka Îtalyayê ya 30 salên dawî ve girêdayî derbas bû. Gelek caran hat ragihandin ku ew ê ji hêla siyasî ve dûr bikeve, lê di sala 2022’yan de ji nû ve weke senator hate hilbijartin.
Ji hêla Forbes ve di meha Nîsanê de bi serweta wî ya 6,4 mîlyar Euro ku tê texmîn kirin, zilamê herî dewlemend ên Îtalyayê bû.
Berlusconi hem ji hin aliyan ve dihat hezkirin û hem jî ji hin aliyan ve dihat nefretkirin. Ew bûye mijara skandalên wekî "Bunga Bunga" û têkiliyên wî yên bi jinên ciwan re.
Berlusconi hevalbendê sist yê serokê hukûmetê yê rastgir Giorgia Meloni, piştî dagirkirina Ukraynayê bi daxuyaniyên xwe yên alîgirê Rûsya gelek caran Meloni xiste pozîsyoneke zehmet. Berlusconi, hevalê şexsî yê Vladîmîr Pûtîn e, ku ew li megavîlla xwe ya li Sardînyayê pêşwazî kir, gelek caran Kîev ji ber şer sûcdar kiriye.
Partiya wî Forza Îtalya ya ku ji aliyê hin Îtaliyan ve populerbûn qezenc kiriye, di sala 1994’an de dema partîya xwe ava kir, di hilbijartinên qanûnî yên 2001’an de hema hema ji sedî 30 dengan bi dest xist, lê di sala 2022’yan de daket ji sedî 8.