Serxwebûnxwazekî ‘radîkal’ hate ser seroktiya Katalonyayê

Dîsa serxwebûnxwazek ji bo seroktiya Katalonyayê hate hilbijartin. Quîm Torra sonda dilsoziya bi Destûra Spanyayê nexwar.

Piştî ku rêveberiya navendî ya Spanyayê seroktiya Carles Puîgdemont asteng kir, Quîm Torra yê ku ketî rojevê di dengdana parlamantoya Katalan de bi seroktî hate hilbijartin. Torra ê 55 salî, bi rengê serxwebûnxwazê radîkal tê pênasekirin.

Serokê berê Puîgdemont Torra ji bo seroktiya Generalîtat pêşniyar kiribû. ‘Generalîtat de Catalunya’ bi 135 kesan ji Parlamentoya Katalonyayê û Hikûmeta Katalonayê pêk tê. Hikûmeta Spanyol a Mihefezekar, Çarşemê, 9’ê Gulanê hewl dabû ku asteng bike ku dîsa Puîgdemont bibe serok. Rêveberiya navendî ji bo ku hikûmet li Katalonyayê ava bibe navekî nû ferz kiribû.

Serokê nû Torra, ne li ser Destûra Spanyayê lê li ser ‘Vîna gelê Katalan’ sond xwar. Rêveberiya Madrîdê ya Mihefezekar bi çavê ku radîkal û nîjatperest be li Torra dinere.

Bi hilbijartina serok û avabûna hikûmetê tê payin ku ji bin wesayeta Madrîdê derkevin. Rêveberiya Madrîdê piştî ku Katalonyayê serxwebûn ragihandibû 27’ê Cotmehê dest li ser rêveberiyê danîbû. Serokê Spanyayê Marîano Rajoy ji bo ku dawî li wesayetê were avabûna hikûmetê şert danîbû. Rajoy û Torra li hev kirin ku li hev rûnin lê hê dîrokek diyar nekirine.

Serokê berê Puîgdemont ji ragihandina serxwebûnê û wir ve li sorginê . Puîgdemont ku xwe li Belçîkayê girtî, ji ber biryara girtinê ku Spanyayê li Ewropayê derxistibû 25’ê Adarê li Elmanyayê hatibû girtin. Puîgdemont ku pişt re bi kefalete hatî berdan, ji bo ku biryara dersînorkirinê ya derbarê wî bi encam bibe, hê jî li Berlînê ye. Heke Puîgdemont bişînin Spanyayê ji ber sedema ku organizasyona referanduma 1’ê Cotmehê kiriye dibe ku 25 sal ceza lê were birin.