Serokwezîrê Fransayê: Lihevkirina bi Îslamperestiya tundrew qediya!

Serokwezîrê Fransayê Jean Castex lihevkirina "salên dûr û dirêj" a bi Îslamperestiya tundrew şermezar kir û got, "Divê em di vî şerê îdeolojîk de bi ser bikevin."

Serokwezîrê Fransayê Jean Castex bû mêvanê bernameyeke qenala TF1 a televîzyonê û got, "Ev şer şerekî îdeolojîk e. Dijmin hewl dide bi belavkirina hêrs û tundiyê me parçe bike, hewl dide civaka neteweyî parçe bike."

Castex got, "Ez dixwazim li vê derê hincetên ku salên dûr û dirêj pêşkêşî Îslamperestiya tundrew hatine kirin, lihevkirina pê re hatiye kirin şermezar bikim" û bal kişand ser pêwendiya bi rabirdûya mêtingeriyê re.

Serokwezîr diyar kir ku bi koka xwe, bi nasname û komara xwe, bi azadiya xwe divê ew di vî şerê îdeolojîk de bi ser bikevin.

Castex di mijara "Bersivên operasyonî û zextê" de yên hikumetê ragihand ku wê komeleyên nû jî bên girtin.

Castex got, "Divê em êrişî koka nebaşiyê bikin (...) Berê xwe didin komeleyên paravan, mizgeftên sexte, dibistanên veşartî ava dikin, tevnên civakî bi kar tînin, ev hemû di navenda stratejiya me de ne."

Serokwezîr bi bîr xist ku pêşnûme qanûna "têkoşîna li dijî cihêkariyê" ku Serokkomar Emmanuel Macron eşkere kir, wê di demeke nêz de bikeve rojeva meclîsê û ev yek wê mewzûata qanûnî xurtir bike.

Serokkomar Macron jî roja Şemiyê ji televîzyona El Cezîre re axivî bû û diyar kiribû ku ew bawer e ku karîkatur şoq kiriye, lê belê ev yek ji bo tundiyê nabe ku bibe hincet.

MACRON: BI SAYA ŞERVANÊN KURD ME LI DIJÎ DAÎŞ'Ê ŞER KIR, TIRKIYEYÊ JÎ DAGIR KIR

Macron diyar kir ku dewleta Tirk li pey daxwazên emperyal e û destnîşan kir ku ev yek ji bo "aramiya herêmê nebaş e."

Macron got, "Bûyerên ku li Sûriyeyê diqewimin ji bo gelek tifaqan êriş û surprîzek e. DYE li herêmê amade bû. Di çarçoveya koalîsyona navneteweyî de em li hewayê hebûn. Dixwazim bi bîr bixînim ku bi saya Hêzên Sûriyeya Demokratîk, bi saya şervanên Kurd, bi saya şervanên jin û mêr me li dijî DAÎŞ'ê şer kir. Di demekê de ku me şerê li dijî xelîfetiya li ser xakê qezen dikir, Tirkiyeyê çi kir? Sûriye dagir kir. Bêyî ku hurmetê nîşanî serweriyê bide."