NÛ BÛ

Serokwezîrê berê yê Îtalyayê: DYE'yê got 'Ocalan radestî Tirkiyeyê bikin'

Massimo D'Alema ku di dema komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de Serokwezîrê Îtalyayê bû, mikur hat ku Serokê DYE'yê yê wê demê Bill Clinton lê geriya û got, "Ocalan teslîmî Tirkiyeyê bikin."

MASSIMO D'ALEMA

Massimo D'Alema ku sala 1999'an di pêvajoya komploya navneteweyî de Serokwezîrê Îtalyayê bû, ji Medya Haber TV re axivî.

Serokwezîrê berê yê Îtalyayê D'Alema li ser rola DYE'yê ya di komployê de agahiyên nû da û diyar kir ku Serokê wê demê yê DYE'yê Bill Clinton lê geriya û jê re got, "Ocalan radestî Tirkiyeyê bikin."

D'Alema got, "Rewşa ku ji bo me rabûna li ber wê nepêkan bû, ew bû ku Serokê Emerîkayê Clinton li min geriya û got, 'Divê hûn Ocalan teslîmî Tirkiyeyê bikin'. Belê Serok Clinton ev ji min re got û bersiva me jî 'Na' bû. Mirov hevalbendê DYE bin û jê re bibêjin 'Na' ne karekî hêsan e. Ji min bawer bikin, ev yek ne hêsan e. Dema ku Emerîkayê got, 'Hûn nikarin vê bikin', li nava Îtalyayê gelek rojnamevan, lîderên siyasî û mirovan gotin 'Belê divê em bi ya Emerîkayê bikin'. Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê bêguman her tim piştgirî da hikumeta Tirkiyeyê. Em Îtalî ne lê belê hevalbendên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ne. Em li gel Tirkiyeyê beşek ji NATO'yê ne. Rabûna li ber DYE'yê bi rastî jî ji bo me ne karekî hêsan bû."

'LI ÎMRALIYÊ REWŞEKE LI DERVEYÎ MIROVAHIYÊ HEYE'

Massimo D'Alema anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê li dijî mafên mirovan e, nayê qebûlkirin û got, "Bêguman ji bo me, kiryare li dijî mirovahiyê ya li ser Birêz Ocalan nayê qebûlkirin. Ji ber ku em hurmetê nîşanî mafên mirovan didin. Ji aliyê siyasî ve nayê qebûlkirin. Ji ber ku dixwazim vê xala girîng destnîşan bikim.; Ocalan ji bo çareseriya aştiyane ya navbera gelê Kurd û hikumeta Tirkiyeyê dikare bi roleke diyarker rabe."

'DIVÊ ABDULLAH OCALAN AZAD BE'

Serokwezîrê berê yê Îtalyayê bang kir ku Rêbreê Gelê Kurd tavilê azad bibe û got, "Erdogan ji bo afirandina çareseriyeke ku Ocalan di nav de ye û hurmetê nîşanî mafên gelê Kurd bide, divê tavilê Ocalan berde. Min ti carî mejiyê neteweperest ê Tirkiyeyê fêhm nekir. Pirsgirêka Kurd bi vî rengî çareser nabe, bi dayina mafên Kurdan çareser dibe."

Beşa berfireh a hevpeyvîna bi D'Alema re wê êvara Pêncşemê bê weşandin.