Serokwezîrê Slovakyayê: Ûkrayna bi temamî di bin kontrola DYE'yê de ye

Serokwezîrê Slovakyayê Robert Fîco îdîa kir ku Ûkrayna dewleteke 'serbixwe û serwer' nîne û got, endametiya Ûkraynayê ya li nava NATO'yê wê şerê sêyemîn ê cîhanê bide destpêkirin.

Serokwezîrê Slovakyayê Robert Fîco roja Şemiyê daxuyaniyek da û îdîa kir ku Ûkrayna welatekî serbixwe û serwer nîne û got, "Bi temamî di bin bandor û kontrola DYE'yê de ye." Fîco anî ziman ku welatê wî, wê çekan nede Ûkraynayê.

Slovakya endamê NATO'yê ye û li nava Yekîtiya Ewropayê weke welatê herî zêde alîgirê Rûsyayê tê nirxandin.

Tê payin ku Serokwezîrê Slovakyayê bi hempîşeyê xwe yê Ûkraynayî Denys Chmygal re roja Çarşemê li bajarokekî li ser sînorê herdu welatan li hev kom bibin.

Fîco got, "Ez ê jê re bibêjim ku ez li dijî tevlîbûna Ûkraynayê ya li nava NATO'yê me û ez ê vê yekê veto bikim. Ev yek wê şerê Cîhanê yê Sêyemîn bide destpêkirin, ne kêm ne jî zêde."

Li gorî Serokwezîrê Slovakyayê di şerê bi Rûsyayê re ku du sal in dewam dike, çareseriyeke leşkerî nîne û Ûkrayna wê neçar bimîne ku dest ji beşek ji xaka xwe berde.

Fîco got, "Pêwîstî wê bi lihevkirinekê hebe ku ji bo herdu aliyan bibe cihê êşê" û wiha dewam kir, "Hûn li benda çi ne? Hûn li benda çûyîna Rûsan e? Ev rasteqîn nîne."