Serokwezîrê Îngilistanê Johnson xistin servîsa awarte ya nexweşxaneyê

Serokwezîrê Îngilistanê Borîs Johson, ji ber vîrûsa Covîd-19 ku pê ketiye, li servîsa awarte ya nexweşxaneyê hate bicihkirin.

Serokwezîrê Îngilistanê Borîs Johnson, ku beriya 11 rojan testa wî ya Covîd-19 pozîtîf derket, ji bo tevdîrê rakirin nexweşxaneyê. Doh êvarê jî ew xistin servîsa awarte ya nexweşxaneyê.

Johnson çend saet beriya li servîsa awarte bê bicihkirin bi rêya Twîtterê daxuyaniyek da û diyar kir, ku semptomên vîrûsa koronayê dewam dikin û got, "Doh bi şev li ser pêşniyara doktorê xwe ji bo hin testên rûtîn hatim nexweşxaneyê. Moralê min baş e; ji bo têkoşîna li dijî vîrûsê û ewlekirina her kesî pêwendî û têkiliya min bi tîma min re heye.

Ez spasiya tîma Sîstema Tenduristiyê ya Neteweyî dikim ku di vê dema zor û zehmet de bi min û her kesî re eleqedar in. Bila her kes ewle be, ji kerema xwe ji bo parastina Sîstema Tenduristiyê ya Neteweyî û rizgarkirina mirovan li malê bimînin."