Serokkomarê Lubnanê gel bi hêrs kir

Piştî daxuyaniya Serokkomarê Lubnanê ku daxwazên serhildana gel ji nedîtî ve hat, çalakgeran ji nû ve bend danîn ser rê.

Serokkomar Mîchel Aoûn êvara Sêşemê daxuyaniyek weşand û pêşniyar kir ku hikumetek ji teknokrat û siyasetmedaran pêk tê dikare bê avakirin. Her wiha diyar kir ku bi rêya şêwirînê ya li parlamentê beriya dawiya hefteyê serokwezîrekî nû dikare bê destnîşankirin.

Di encama serhildana gel de Serokwezîr Saad Harîrî di 29'ê Cotmehê de neçar mabû ku îstifa bike. Çalakgeran destnîşan kirin ku divê çîna siyasî hemû biçe û hikumetek ji teknokratan û serbixweyan dikare krîzê çareser bike.

Serokkomar jî ji bo daxwaza hikumetek ji 'yên serbixwe' got, "Em wan ji ku peyda bikin? Ji heyvê? Eger di nava dewletê de kesekî li wan tê (çalakger) nebe, hingî bila koç bikin."

Daxuyaniya Serokkomar bû sedema hêrsa gel. Çalakgerên ku ji 17'ê Cotmehê ve li qadane, ji sibeha Çarşemê ve bend danîn ser rê.

Nîvro jî hêzên leşkerî rêyên berê wan li qesrê ne asê kirin.

Li ser rêyên girîng ên li navenda Beyrûdê çalakgeran lastîk şewitandin û rê asê kirin.