Serok Dewletê Efgan: Ji bo aşitiyê demê herî guncaw e

Serok Dewletê Efganistanê Eşref Ganî diyar kir ku ji bo aşitiyê “Demê herî baş e" û bang li Talîbanan kir ku li gel hikûmeta Efgan muzakereyan bikin.

Talîbanan heta niha nîqaşa bi Eşref Ganî û hikûmeta wê re red kiriye. Lê tevgera Talîban diyar dike ku hikumeta Efganistanê ‘kûklayeke’ Washîngtonê ye.

Di rojên dawî de di navbera Talîban û Emerîkayê de li bajarê Doha yê Qatarê hevdîtin çêbûn. Di hevdîtinên dawî yên roja Sêşemê de hate diyarkirin ku pêşketin hene. Hinek kesên nêzî Serokê Dewletê Ganî weke “takekesî” beşdarî hevdîtinên rojên Yekşem û Duşemê b^n.

Piştî hevdîtinê, aliyên Efgan biryarek hevpar weşandin û soza ‘ji bo aşitiyê rêya çareseriyê’ li welatê ku ev nêzî 40 sale bê navber şer lê heyî, dan.

Eşref Ganî  li Babîlê beşdarî konferansa ku ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve hatibû dayîn bûbû û gotibû; “Di nava 18 salên dawî de ji bo aşitiyê, ji bo aşitiyekî rast demê guncaw nebû. Îro tam demeke guncaw heye.”

Ganî got ku divê hikûmet û Talîban muzakerayn bikin û got; “Eger ev firsend jî bidest biçe wê berpisyartiya wê mezin bibe.”