Serketina hiqûqî ya gelê xwecihî ya li dijî petrolê

Gelê xwecihî yê Ekvatorê Waorani, ji ber ku cih û warê wan ji bo petrolê tên wêrankirin, li ber xwe didin. Têkoşîna demdirêj a hiqûqî ya gelê Waorani bi ser ket.

Gelê Waorani li eyaleta Puyo ya li navenda Ektavorê ye û nifûsa xwe derdora 4 hezar û 800 kesî ye. Ji ber ku cih û warê wan ê li daristanên Amazonê ye ji bo petrolê tê wêrankirin, li ber xwe didin.

LI DIJÎ PÎVANA 'MAFÊ DIYARKIRINA ÇARENÛSA XWE' YE

Herî dawî, hikumeta Ektavorê li qadeke ji hezar û 800 kîlometreçargoşeyî ya warê Waoraniyan dest bi lêgerîn û derxistina petrolê kir. Gelê Waorani li dijî vê yekê serî li dadgeriyê da. Dadgerên dadgeheke ceza ya li Puyoyê hikum dan, ku hikumetê mafê 'diyarkirina çarenûsa xwe ya gelan' ê di destûra bingehîn de cih digire, li dijî gelên xwecihî binpê kiriye.

'DIVÊ NÊRÎNA GELÊ XWECIH BÊ WERGIRTIN'

Dadgeran her wiha biryar dan, ji ber ku li ser projeya petrolê hikumet bi gelên xwecihî neşêwiriye, mafên gelên xwecihî yên di destûra bingehîn de cih digirin hatine binpêkirin. Di biryara dadgehê de hikum hate dayin ku hikumeta Ekvatorê li gorî şert û mercên ji aliyê Dadgeha Mafên Mİrovan a Welatên Emerîkayê ve hatine diyarkirin, bi gelê xwecihî bişêwire.

Gelê Waorani li beşa Ekvatorê ya daristanên Amazonê li qadeke ji 8 hezar kîlometreçargoşeyî dijî.