Serbazekî Fransayê bi nokertiya ji bo Rûsyayê tê sûcdarkirin

Serbazekî Fransayê ku li navendek a NATO’ya li Îtalyayê, bi nokertiya bi Rûsyayê re hate sûcdarkirin.

Hikumeta Fransayê, îddîaya di radyoya Eûrope de hinek jê pişt rast kir. Wezîrê Parastinê Florence Parly got, “Tişta ku ez piştrast bikim, serbazekî payebilind ku ji bo ziyandayîna ewlehiyê di bin çavdêriya prosedora edlî de ye.”

Wezîr kiteyeke cihê neda. Li gorî radyoya Europe 1’ê, serbazê ku qala wî tê kirin bi hinceta bi Rûsyayê re nokertî kiriye, bi îxanetê tê sûcdarkirin.

Tê guman kirin ku serbaz “gelek belgeyên hesas” daye servîsên veşartî yên Rûsan.

Servîsên dijî nokertiyê yên Midûryeta Giştiya Ewlekariya Hundirîn a Fransayê agahî da ku di dema ku xweamadekirina ji bo bêhndana ji Fransayê ber bi Îtalyayê ve hatiye girtin. Serbazêê ku navê wî nayê zanîn li girtîgeha Santê ya li Parîsê tê ragirtin.

Li gorî bloga pisporên zagonên parastinê Le Mamouth diyar kirî, serbazê Fransiz li baregeha bingehîn a NATO’yê ya li Napoliya Îtalyayê erkdar bû.