Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Senatoya DYE’yê pêkanînên li Tirkiyeyê erê kir

Pêkanînên DYE’yê ya demek dirêj bû ji ber kirîna sîstema parastinê ya S-400 a Tirkiye ji Rûsyayê dixwest pêk bîne, piştî Meclîsa Nûneran erê kir û şûnde niha jî Senetoyê erê kir.

Pêşnûmeya pêkanînan a CATSAA ya li dijî Tirkiyeyê di dengdayina Senetoyê de ji sêyan du piraniya dengan hate erêkirin. Pêşnûme bi 84 dengan hate erêkirin.

Ji bo vetokirin û erêkirina pêşnûmeyê li pêşiya Serokê DYE’yê Donald Trûmp ê ku wê 20’ê Çileyê erka wî biqede, 10 roj hene.

Pêşnûme bi navê Pêşnûme Qanûna Bandorkirina Parastina Netewî (NDAA) hate dengdan.

Berî niha rojekê pêşnûme ji aliyê Meclîsa Nûneran ve jî hatibû erêkirin.

Li gorî Bloomberg Trûmp biryara pêkanînan a ji aliyê Wezîrê Karê Derve Mîke Pompeo ve hatiye pêşniyarkirin îmzekiriye.

Çavkaniyên berî niha ji Reûtersê re re axivîn ragihandin ku pêkanîn wê li ser pîşesaziya parastinê, Serokkomariya Tirk û Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê bên ferzkirin.