Senatorên Kongreya DYE’yê ji bo Tirkiyeyê daxwaza ambargoyê kirin

Du serokên bi bandor ên komîsyona Senatoya DYE’yê têkildarî teslîmata S-400’an nerazîbûnekî tund nîşanî Tirkiyeyê da.

4 endamên bi bandor ên kongreya DYE'ê daxuyaniyek dan. Serokê Komîsyona Xizmetên Çekan Jîm Inhofe yê Komarparêz, Serokê Komîsyoan Têkiliyên Karê Derve û endamê Demokrata Biqedim Jîm Rîsch yê Komarparêz û Endamê Demokrata Biqidem Bob Menendez daxuyanî îmze kirin.

Li gorî Radyoya Dengê Emerîkayê wiha hate gotin; “Serokkomar Erdogan, bi qebûlkirina S-400’an a ji Rûsyayê, ewlehiya Tirkiyeyê, tevî refaha aboriyê û hevgirtina tifaqa NATO’yê bi Pûtîn re hevkariyekî bi talûke hilbijart.”

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin; “Serokkomar Erdogan bi beralîkirina şaş girtina S-400’an divê encamên wê hebe. Ev girtin ku îşaretên rehetsizyê yên bi hevkariya strastejîk a bi Rûsyaya Pûtîn derpêş dike, gefeke li dijÎ bernameya F-35’an. Ji bo vê em bang li Serok Trûmp dikin ku di çarçoveya CAATSA’yê e ambargoyê tam pêk bÎne. Em bang li Wezareta Parastinê dikin ku hemû materyalên F-35’an a bi Tirkiyeyê re ku teslîmat hatiye betal kirin jî dawî li beşdarbûna Tirkiyeyê ya bernameya F-35’an bîne.”

Senatorê Partiya Demokrat a Marylandê Chrîs Van Hollen li ser hesabê xwe yê Twîtterê nerazîbûn nîşan da. Van Hollen got Tirkiyeyê tercîhekî gelek xirab a ku muttefîkek nake kir û diyar kir ku eger Enqere dev ji vê pêngavê bernede wê balafirên F-35’an negre û bi xistina dewrê ya S-400’an re wê Emerîka bi guşarên lezgÎn bersiva Tirkiyeyê bide..