Sehraya Rojava li referandûma serxwebûnê rawestiyaye

Sehraya Rojava ku bi dehan salan e têkoşîna serxwebûnê dide, ji NY'yê xwest ku ji bo referandûmê gavan bavêje, bi mebesta ku vê asteng dike Fransa sûcdar kir.

1975'an piştî ku Spanya vekişiyabû şerê bi Fasê re ku Sehraya Rojava dagir kiribû 1991'ê qediyabû. Lê ji wê demê ve hewldana Eniya Polîsarîo ku ji wê demê ve ji bo serxwebûnê têdikoşe niha jî bi refarandûmê dixwaze  vê pêk bîne.

FRANSA LI KENY'YÊ BLOKE DIKE

Li gorî rêveberiya Sehraya rojava Fransa dibe asteng ku Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser referandûmê biryarê bide. Wezîrê Karê Derve yê Komara Demokratîk a Ereb a  Sehrayê  Mihemed Salem Salek got ji 1991'ê û vir ve sedema taloqbûna referandûmê helwesta Fransayê ya li Konseya Ewlehieya NY'yê ye û gto, ''sebr gelê Sehrayê qediyaye.''

Salek got li ser mijara referandûmê ku NY'yê 1991'ê biryara wê daye divê gav bavêje an na dibe ku bi derengî bikeve. Lê wezîr diyar nekir bê ka ev ê tê maneya ku wê têkoşîna çekdarî dîsa dest pê bike yan na.

Salek got Fransa ya ku li Konseya Ewlehiyê ya  Neteweyên Yekbûyî (KENY) xwedî mafê vetoyê ye, ji ber li Fasê alîgirê statûkoyê ye nahêle ku biryareke wiha were standin.

Wezîr her wiha got Serokkomarê berê yê Elman  Hors Kohler ku nûnerê taybet ê NY'yê ye, ji aliyê Fasê ve tê astengkirin.