Sê salên dawî hejmara penaberan bi 30 milyon kesî zêde bû

Hejmara koçberan a li cîhanê ku sala 2020'î nêzî 80 milyon kes bû, bi şerê li Ûkrayna, Sûdan û Efganistanê re di nava sê salên dawî de bi 30 milyon mirovan zêdetir bû.

Li gorî rapora Buroya Komîseriya Bilind a Penaberiyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ku di sala 2022'an de weşand, hejmara sala 2022'an ji hejmara sala 2020'î zêdetir bû. Li cîhanê ji ber şewbê, şer, ziwatî, erdhej, krîza aborî û kiryarên antî demokratîk bi milyonan mirov neçar man cih û warê xwe biterikînin. Li gorî daneyên UNHCR'ê hejmara penaberan a li cîhanê niha 110 milyon mirov e. Ev hejmar di sala 2020'î de 80 milyon mirov bû. Yanî di nava 2,5 salan de nêzî 30 milyon mirovên din koçber bûn.

UNHCR'ê diyar kir ku ji ber şerê li Sûdanê hejmara koçberan heta meha Gulanê gihîşt 110 milyon mirovî. Her wiha koçberiya ji neçarî ya di asta navneteweyî de sala 2023'an jî dewam dike.

Hêz û sedema esasî ya ku sala 2022'an kir ku mirov ji cih û warê xwe koç bikin, şerê li Ûkraynayê bû. Hejmara mirovên ji Ûkraynayê koçber bûn dawiya sala 2021'ê 27 hezar û 300 kes bû, lê heta dawiya sala 2022'an bû 5,7 milyon mirov. Li gorî rapora UNHCR'ê, ev statîstîk ji Şerê Cîhanê yê 2Yemîn û vir ve zêdebûna herî bi lez a ji koçberiyê ye. Li aliyê din Efganistan jî yek ji wan welatan e ku herî zêde koçberî jê çêdibe. Koçberî bi taybetî vê dema dawiyê piştî ku Talîbanê dest danî ser rêveberiyê, zêde bû. Her wiha ji Îranê jî ku piştî kuştina Jîna Emînî, xwepêşandanên şermezarkirinê û zexta li vî welatî, koçberî dewam dike. Li gorî hin çavkaniyên li Tirkiyeyê, Îranî weke tûrîst diçin Tirkiyeyê û li wê derê ji bo welatên Ewropayê serlêdana vîzeya tûrîst dikin, lê hejmara wan baş nayê zanîn.

Penaberiya herî zêde ya li cîhanê ji gelê Sûriyeyê tê kirin ku 6,5 milyon kes jê penaber bûne. Piştre jî Ûkrayna bi 5,7 milyon kesî, Efganistan jî bi 5,7 milyon kesî di rêzên destpêkê yên penaberiyê de ne.

HER KU EWROPA HEWL DIDE ASTENG BIKE, FELAKET ZÊDE DIBE

Di sala 2022'an de hejmara penaberên ku ji Derya Spî xwe gihandin Ewropayê derdora 330 hezar kes bû. Yekîtiya Ewropa jî ji bo vê yekê asteng bike di 8-9'ê Hezîranê de bi erêkirina 15 welatan du xal hatin pejirandin ku di qanûnên navneteweyî yên têkildarî penaberan de cihê xwe nîne. Li gorî van xalan, penaber ên xwe gihandine welatekî Ewropayê wê penaberiya wan li vir neyê kirin Penaber wê li ser sînorê Yekîtiya Ewropayê serlêdana penaberiyê bê ikrin û heta karê penaberiyê biqede wê li kampên li wê derê bêne hiştin. Di xala duyemîn de jî wê welatên ku naxwazin penaberan vehewîne ji bo serê her kesekî 20 hezar Euro bide. Penaber wê li wan welatan bêne bicihkirin ku pere nadin. Ev jî tê wê wateyê ku Ewropa wê di nava xwe de depoyên nû yên penaberiyê ava bike.

Piştî ku Ewropayê ev herdu xal ji bo xistina rojeva Parlamenta Ewropayê erê kir bi hefteyekê, di 14'ê Hezîrana 2023'an de keştiyek ku 750 koçber tê de bûn û hewl dida ji Lîbyayê xwe bigihîne Îtalyayê, li peravên Yewnanistanê noqî binê avê bû. Heta niha 80 kesî jiyana xwe ji dest dane. Lê belê fikar hene ku ev hejmar zêdetir bibe. Piştî vê karesatê li Yewnanistanê li hemberî polîtîkayên têkildarî penaberan meşeke girseyî hate lidarxistin. Bi taybetî Ege û Deya Spî ji ber polîtîkayên Frontex û welatên Ewropayê bûne gora bi hezaran koçberan.