Sê Filistînî ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatin kuştin
Hate ragihandin, herî kêm 3 Filistiniyên tê îdîakirin ku ji Şerîda Gazzeyê xwe berdan qadên di kontrola Îsraîlê de ne hatin kuştin.
Hate ragihandin, herî kêm 3 Filistiniyên tê îdîakirin ku ji Şerîda Gazzeyê xwe berdan qadên di kontrola Îsraîlê de ne hatin kuştin.
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hate îdîakirin, komek ji Gazzeyê hatî êriş anîn ser leşkerên Îsraîlê. Di daxuyaniyê de hate gotin ku her sê Filistinî hatin kuştin.
Di daxuyaniya beriya niha artêşa Îsraîlê de hatibû ragihandin ku sê kesên ji bendên ewlekariyê yên navbera Gazze û Îsraîlê derbas bûn hatin kuştin. Di daxuyaniyê de ji bo kesên hatin kuştin gotina 'terorîst' hatibû bikaranîn.