Sariyildiz li Helsîngborgê xebatên hilbijartinê da destpêkirin

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, li Helsîngborgê ya Swêdê bi civîneke gel starta xebatên hilbijartinê da.

Sariyildiz got ji bo ku pêşî li hevalbendiya faşîst a AKP-MHP’ê were girtin û nehêlin faşizm bi sazûmanî bibe, divê li parlamentoyê HDP bi rengekî xurt were temsîlkirin û diyar kir, ji bo ku careke dî Şirnex, Cizîr û Nisêbîn dubare nebe divê hemû Kurdistanî rêxistiniya xwe qeyîm bikin.

Sariyildiz got li Kurdistanê û Tirkiyê li dijî polîtîkayên yekparêz, şowenî û cihêkar ên AKP’ê di nav gel de helwesteke tund heye û got, ‘’Ji bo ku dawî li dîktatoriyê were bar dikeve ser milê me hemûyan. Em derî bi derî bigerin û hilbijêran bibin ser sendoqê û ji dîktatoriya faşîst re bibêjin, êdî bes e.’’

Sariyildiz diyar kir li Swêdê potansiyela dengan a HDP’ê zêde ye û bang li Kurdistanî û dostên wan kir, ji bo ku dengên HDP’ê zêde bibin, bi seferberi rabin.

Di civînê de komîteyên hilbijartinê hatin avakirin. Ji bo ku hilbijêran bigihînin ser sendoqan biryar hate standin ku wesayî û otobês werin demankirin.