Sapo: Li Swêdê bi hezaran Îslamîstên radîkal hene
Musteşarê Sapo Anders Thornberg diyar kir, hejmara Îslamîstên radîkal ên xwe ji şîdetê xwedî dikin di salên dawî de gelekî zêde bûye û got, li Swêdê bi hezaran Îslamîstên radîkal hene.
Musteşarê Sapo Anders Thornberg diyar kir, hejmara Îslamîstên radîkal ên xwe ji şîdetê xwedî dikin di salên dawî de gelekî zêde bûye û got, li Swêdê bi hezaran Îslamîstên radîkal hene.
Di rapora sala 2010'an a Polîsê Ewlekariyê yê Swêdê (Sapo) de hatibû texmînkirin, ku hejmara Îslamîstên radîkal ên meyla wan ji şîdetê re heye, bi qasî 200 e.
Thornberg ji Ajansa Nûçeyan a Swêdê (TT) re axivî û diyar kir, hejmara Îslamîstên radîkal ji sedan kesî gihîştiye hezaran kesî. Thornberg anî ziman, di nava van de kesên ku sempatiya wan heye, îlhamê didin, endam û pereyan kom dikin, hene.
Thornberg ragihand, ev hejmara nû ya derketiye holê cidiyeta rewşê radixe pêş çavan û got, Îslamîstên radîkal bi giranî li herêmên Stockholm, Goteborg, Malmo û Orebroyê dijîn.
Thornberg diyar kir, zêdebûna hejmara Îslamîstên radîkal pêwendiya xwe bi propaganda DAIŞ'ê heye.
Thornberg destnîşan kir, şerê li Iraq û Sûriyeyê bi rengekî ku berê nehatiye dîtin, Îslamîstên radîkal li hev civandiye û ragihand, tevî ku beriya niha hin kes diçûn Bakurê Afrîkayê, Rojhilata Navîn û Somalî û li nava refên cîhadîstan şer dikirin jî, radîkalbûyîn di vê astê de nebû bû.
ÎXBARÊN LI SER ÇALAKIYÊN TERORÊ GELEKÎ ZÊDE BÛN
Musteşarê Sapo diyar kir, tevî zêdebûna hejmara Îslamîstên radîkal jî hejmara yên ku niyeta û hêza wan a lidarxistina çalakiya terorê heye kêm e û got, hejmara îxbarên agahiyên li ser terorîzmê yên ji wan re tên ragihandin, gelekî zêde bûne.
Thornberg di dewama axaftina xwe de anî ziman, ev hejmar di sala 2010'an de mehê 200 bû, lê niha gihîştiye 6 hezarî. Thornberg da zanîn, du rojan carekê li ser çalakiyeke terorê îxbar ji wan re tê û got, "Divê em her tim van îxbaran cidî bibînin."
Thornberg got, "Divê em bi karekî bi lez û 24 saetan, tiştekî ji şensê re nehêlin. Lazim e em valahiyên heyî dagirin."
HEJMARA TEVLÎBÛNA LI NAVA DAIŞ'Ê KÊM BÛ
Dibistana Bilind a Parastinê ya Stockholmê jî beriya niha bi sê rojan, raporek ji raya giştî re eşkere kir. Li gorî vê raporê, hejmara radîkalbûnê zêde bû be jî, hejmara kesên tevlî nava DAIŞ'ê û komên din ên Îslamîst ên radîkal dibin, kêm bûye.
Di sala 2013'an de 98 kes tevlî nava DAIŞ'ê bû. Îsal tenê 5 kes derbasî Iraq û Sûriyeyê bûn û tevlî nava cîhadîstan bûn.