Sanchez soza xweseriyeke xurtir da Katalanan

Pedro Sanchez ê Sosyalîst soz da Katalanan ku ji bo statuyeke hîn xurtir a xweseriyê referandûmeke nû pêk bîne.

Pedro Sanchez ku piştî meha Hezîranê weke serokê hikumeta hindikahiyan bû desthilatdar, bi Serokê Katalonyayê yê alîgirê serxwebûnê Qûîm Torra re diyalog danî. Sanchez diyar kir ku di awiya vê diyalogê de wê referandûmeke nû ya ji bo xweseriyeke berfireh bê kirin.

Sanchez ji radyoya Cadena SER'ê re axivî û got, "Dengdana ji bo xurtkirina xweseriya Katalonyayê ye. Ev yek referandûmeke otonomiyê ye, mafê diyarkirina çarenûsa xwe nîne."

Sanchez bi vê gotinê, serxwebûn red kir û ji bo referandûmê jî demek diyar nekir. Sanchez got, "Katalonya niha xwedî statuyekê ye ku pêşkêşî dengdanê nekiriye. Wê çaxê pirsgirêkeke siyasî heye."

Katalonya ku nifûsa xwe 7.5 milyon e, xwedî xweseriyeke berfireh e. Sala 2006'an Katalanan di dema hikumeta Jose Lûîs Rodrîgûez Zapatero de referandûm kiribûn û 73 ji sedî yê dengdêran xwestibûn xweseriyeke berfirehtir bê dayin û ew weke 'netewe' bên qebûlkirin.

Lê belê encamên vê referandûmê sala 2010'an ji hin aliyan ve ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hatibû betalkirin. Ev yek jî bûbû sedem ku daxwaza serxwebûnê ya li Katalonyayê geştir bibe.

Herêma xweser di payîza 2017'an de veguherîbû navenda krîzeke giran. Bi pêşengiya Serokê Katalan ê wê wextê Carles Pûîgdemont, 1'ê Cotmehê referandûma ji bo serxwebûnê hatibû kirin û tevî astengiyên hikumeta navendî jî piraniya Katalanan daxwaza serxwebûnê qebûl kiribûn.

Piştî referandûmê Parlamenta Katalonyayê 27'ê Cotmeha 2017'an bi rengekî yekalî serxwebûn îlan kir. Hikumeta navendî ya mûxafazakar li ser vê yekê hikumet û parlamenta Katalan betal kir, herêm xist bin wesayeta xwe, hin rayedar girt û Pûîgdemont jî di nav de gelek kes neçar man biçin sirgûnê.