Salvînî li Italyayê krîza siyasî anî

Lîderê rastgir ê hikûmeta Italyayê Matteo Salvînî ji koalîsyonê xwe da alî û hilbijartina giştî xwest.

Lîderê partiya rastgir a federalîst û herêmîxwaz Lîga Bakur Matteo Salvînî hikûmeta koalîsyonê ku beriya bi 14 mehan bi Tevgera 5 Stêrikan re ava kirî feşkiland. Nayê zanîn bê ka ji vê krîza siyasî ya ku Salvînî dayî destpêkirin wê çi derkeve.

Wezîrê Karê Navxwe Salvînî piştî hevdîtina bi rêveberên siyasî re, destnîşan kir ku li palamentoyê êdi partiyeke ku temsîla piraniyê dike, nemaye û got, ''Bi lez û bez divê em rê bidin dengê hilbijêran''.

Salvînî her wiha got, ''Weke van heftiyên dawî bi gotina ''na''yê, bi pevçûnê, çûna ber bi pêş bê fêde ye, hewcehiya Italiyan bi zelalbûnê û hikûmeteke xebatkar heye.''

Piştî dengdana dawî ya roja Çarşemê ya ji bo trêna bilez a TGV'ê ya di navbeyna bajarê Fransayê Lyonê û yê Italyayê Torînoyê krîza koalîsyonê derket.