Sadr: Zêde sebra me nemaye!

Pêşengê Şîî Mukteda El Sadr nerazîbûn nîşanî qetilkirina 7 sivîlên li Basrayê da û ji hêzên ewlekariyê re got ku, “Zêde sebra me nemaye.”

Xwepêşandanên gel ên ku li bajarê Basrayê yê Iraqê di 8’ê Tîrmehê de hatibû destpêkirin, duh dîsa dest pê kir. Duh di xwepêşandanan de hêzên ewlekariyê gule li xwepêşanderan reşand û 7 xwepêşanderan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kesên sivîl jî birîndar bûn. Pêşengê Şîî Mukteda El Sadr li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nerazîbûn nîşanî êrîşa hêzên ewlekariyê da û diyar kir ku di nav hêzên ewlekariyê de hin kes hene ku ‘provokasyonê’ dikin.

El Sadr bang li hêzên ewlekariyê kir û got ku, “Hêvîdar im hûn zêde bi ser sebra me ve neyên.”

Sadr got ku, “Trajediya Basraya mezlûm me xemgîn dike. Tişta ku min hêrs dike jî ev e ku, hin kesên di nav hêzên ewlekariyê de provokasyonê dikin û bi awayê derzagonî mudaxeleyî xwepêşanderên sivîl kirine.”

Sadr diyar kir ku divê Basra ji nelirêtî, nîjadperestî û milîsan were paqijkirin û got ku, “Bes e we xisar daye Basra û gelên wê.”