Li Fransayê bi hezaran jin li dijî rastgirên tund daketin qadan

Li Fransayê ji tûra yekem a hilbijartinên parlamentoyê hefteyek maye. Piştî ku di anketan de rastgirên tund wê dengên herî zêde bistînin, femînîst li dijî xeteriya rastgirên tund daketin qadan.

Anketa Ipsosê ya ku roja Şemiyê hat weşandin nîşan da ku rastgirên tund ên tifaqa Komarparêz ên Eric Ciotti ne, di hilbijartinê de ji sedî 35,5 dengan wê bigirin û li pêş in. Di heman demê de Eniya Gel a Nû ku tifaqê partiyên çepgir e, ji sedî 29,5 wê bibe duyemîn. Piraniya Serokkomariyê jî ji sedî 19,5 wê bibe sêyemîn.

Zêdetirî 200 komele (Fondation des femmes, Planning familial, #Noustoutes, LDH, hwd.), NGO (Oxfam, France Terre d'Asile, hwd.) û sendîka (CFDT, CGT, UNSA, Solidaires, FSU û CNT) Ji bo "xwepêşandana femînîst a mezin" danê nîvro li Meydana Republique ya Parîsê kom bûn. 

Seroka sendîkaya CGT’ê Sophie Binet derbarê aramanca xwe de got, “Armanaca me pêşiya paşveçûna mafên jinan bigirin. Ji bo pêşerojê saziyên wekî plansaziya malbatê seferber bibin û li dijî partiya dezenformasyon û derewan têbikoşn." 

Sekretera Giştî ya CFDT'ê Marilyse Leon jî daxuyanî da û got, "Em dikarin vê yekê li deverên din ên cîhanê jî bibînin; mînak li Polonya, Arjantîn û Rûsyayê, rastgiriya tund li dijî mafê jinê yê kontrolkirina bedena xwe disekine."  

Sophie Binet di gotina; “Slogan ne bes in, ji me re çalakî û pere lazim in” de israr kir.

Bi hezaran kes li Parîs û li deverên din ên Fransayê çalakî li dar xistin da ku "xetereya" li ser mafên jinan protesto bikin.

Komele, sendîka û rêxistinên femînîst "femînîzma sexte" ya rastgiriya tund şermezar kirin.