Di êrîşên Îsraîlê de 217 endamên Hizbullahê mirin

Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de bi deh hezaran kes mirin, hat ragihandin ku di êrîşên li Lubnan û Sûriyeyê de nêzî 220 endamên Hizbullahê mirine.

Hizbullaha Lubnanê ragihand ku 2 çekdarên wê di êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin.

Partiya Şîî bêyî ku cih û dîroka mirina xwe diyar bike daxuyand ku her du şervan "li ser rêya Qudsê" mirine.

Lê li gorî rojnameya L'Orient-Le Jour a Lubnanî, di êrîşa Îsraîlê ya li herêma Baalbekê de 2 şervan mirin.

Îsraîl cara ewil vê herêma ku li deşta Bekayê ya li rojhilatê Lubnanê ye û 175 kîlometre dûrî eniya şer e, bombebaran dike.

Li heman herêmê partiya Hasan Nasrallah di 26’ê Sibatê de ragihandibû ku wan balafireke bêmirov a Hermes 450 a Îsraîlê bi fuzeyê xistiye.

Rojnameyê diyar kir ku bi van her du mirinan re hejmara endamên Hizbullahê yên ku ji 8’ê cotmehê ve li Sûriye û Lubnanê ji aliyê Îsraîlê ve hatine kuştin derket 217’an.